Şam-SANA
Sûrîye êrîşa ku duh Sêşemê du keştîyên nefthilgir ên Erebistana Siûdî û Dewleta Qeterê dema ku di Tengava Hurmuzê re derbas dibûn kiribûn armanc, bi tundî şermezar kir û piştevanîya xwe bo her du dewletên Erebî nîşan da.
Wezareta Derve û Koçberan di daxuyanîyekê de dîyar kir ku ev êrîş destdirêjiyeke nayê pejirandin e û binpêkirina yasaya navneteweyî û azadîya deryavanîyê ye, her wiha ewlekarî û aramîya herêmê dixe metirsîyê.
Wezaretê piştgirîya tevahî ya Sûrîyê bo Erebistana Siûdî û Qeterê li hemberî vê êrîşê anî ziman, û tekez kir ku ew hemû kiryarên ku ewlekarî, serwerî û berjewendîyên sereke yên welatan dikin armanc red dike.
Her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo parastina ewlekarî û aramîya herêmî û parastina rêyên deryayî yên navneteweyî bi cidî bixebite.