Şam-SANA
Wezareta Karên Derve û Penaberan, pabendbûna Sûrîyê bi şerê li dijî rêxistina DAIŞê û misogerkirina nehiştina cihên ewle jê re li ser xaka xwe piştrast kir, her wiha bang li Amerîkayê û welatên endamên Hevpeymanîya Navdewletî kir ku piştgirîya hewlên wê yên ji bo têkbirina DAIŞê bikin.
Wezaretê di daxuyanîyekê de li ser platforma “X”ê ragihand: “Komara Erebî ya Sûrîyê sersaxîya jidil pêşkêşî malbatên qurbanîyên hêzên ewlekarîyê yên Sûrî û Amerîkî dike, yên ku di êrîşên terorîstî de li Tedmur û bakurê Sûrîyê di hefteya borî de jîyana xwe ji dest dane. Ev zîyana çêbûye, dihêle xurtkirina hevkarîya navdewletî ji bo têkbirina terorê hewcedarîyeke pêwîst be.”
Di dawîyê de wezaretê anî ziman ku “Komara Erebî ya Sûrîyê bang li Amerîkayê û welatên endamên Hevpeymanîya Navdewletî dike ku piştgirîyê bidin hewlên Komarê yên li dijî terorê, bi armanca parastina sivîlan û vegerandina ewlehî û aramîyê li herêmê.”