Cenevre-SANA
Şandeya Wezareta Karûbarên Civakî û Kar a ku beşdarî Konferansa Kar a Navneteweyî bûye, bi Rêxistina Navneteweyî ya Ewlekarîya Civakî (ISSA) re, di civîneke ku li kêleka xebatên konferansê de hat lidarxistin, jinûveçalakkirina endamtîya Sûrîyê û xurtkirina hevkarîyê di warê parastina civakî de gotûbêj kir.
Sazîya Giştî ya Sîgorteyên Civakî îro Pêncşemê ragihand ku civînek bi serokatîya rêveberê wê Hesen Xetîb û bi amadebûna rêveberê rêxistinkirina kar li Wezareta Karûbarên Civakî û Kar Xelîl Ewad û Alîkarê Rêveberê Hevkarîya Navdewletî Lu’ey El-‘Erencî, nûjenkirina zagonên sîgorteyê, veguherîna dîjîtal û baştirkirina xizmetên xanenişînan li gorî plana Wezareta Karûbarên Civakî û Kar (2026-2028) nîqaş kir.
Civînê encam da ku Sûrîye ji berpirsîyarîyên darayî yên berê were efûkirin, û rêxistin pabend bû ku piştgirîyeke teknîkî û pîşeyî pêşkêş bike. Alîyê Sûrî tekez kir ku hevkarîya bi rêxistinê re dê li gorî çarçoveyên qanûnî û bi hevahengîya bi alîyên hikûmî yên pispor re pêk were.
