Şam-SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî civîneke berfireh bi Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve û Karûbarên Koçberan ê Urdunê Eymen El-Sefedî re pêk anî, ji bo şopandina cîbicîkirina encamên xula duyemîn a Encumena Bilind a Hevahengîyê ya Urdunî-Sûrî ku di 12ê Nîsana 2026an de li Emanê hatibû lidarxistin.
Civîna ku îro Yekşemê li Şamê hat sazkirin, bi amadebûna Wezîrê Aborî û Pîşesazîyê Nîdal El-Şear, Wezîrê Enerjîyê Mihemed El-Beşîr, Wezîrê Veguhastinê Ye’rub Bedir, Serokê Sazîya Giştî ya Dergeh û Gumrikan Quteybe Bedewî û Serokê Sazîya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl û Veguhastina Esmanî Omer El-Huserî hat encamdan.
Her wisa hevtayên wan ji alîyê Urdunî; Wezîrê Avê Raid Ebû El-Siûd, Wezîrê Veguhastinê Nîdal El-Qetamîn, Wezîrê Pîşesazî, Bazirganî û Temwînê Ye’rub El-Qudat û Serokê Sazîya Rêkxistina Balafirvanîya Sivîl Deyfulah El-Ferecat amade bûn.
Di daxuyanîyeke hevbeş di navbera Sûrîye û Urdunê de, her du wezîran dilxweşîya xwe li hember geşedana berdewam di têkilîyên her du welatên bira di hemû waran de dîyar kir, wekî cîbicîkirina dîtin û rênimayên Serok Ehmed El-Şeri’ û birayê wî Şah Ebdilahê Duyem.
Civînê derfetek çêkir ji bo wezîran da ku pêngavên pratîk ên ku ji alîyê wezaret û sazîyên têkildar ve li her du welatan hatine avêtin an jî yên ku di qonaxa cîbicîkirinê de ne, binirxînin; ev jî li gorî encamên xula duyem a Encumena Bilind a Hevahengîyê di warên wekî entegrasyona aborî, veguhastin, gumrik û avê de.





