Şam – SANA
Rêveberîya Hevkarîya Navdewletî di Wezareta Karên Derve û Koçberan de îro Sêşemê, civîneke koordînasyonî di navbera bernameyên Neteweyên Yekbûyî UNFPA, UNICEF û UNDP û nûnerên wezaretên Sûrîyê de li dar xist.
Ev civîn wek amadekarîyekê ji bo civînên dualî bi mebesta pêşxistina belgeya bernameyên niştimanî 2027-2030 tê lidarxistin.
Bernameyên Neteweyên Yekbûyî yên navborî bi awayekî gur, bi hevkarîya ligel alîyên hikûmî yên Sûrîyê re ji bo pêşkêşkirina alîkarîyên mirovî û xizmetên geşepêdanê dixebitin, ku niha giranîyê didin ser dosyayên başbûna zû û jinûveavakirrinê.


