Beyrût – SANA
Xaça Sor a Libnanî ragihand ku tîmên wê yên ambulansê karîbûn termên 5 kesên ku di êrişên Îsraîlê yên li ser başûrê Libnanê de di rojên bûrî de hatibûn kuştin vekişîne.
Ajansa Neteweyî ya Libnanî duh Yekşemê eşkere kir ku tîmên ambulansê, piştî zêdetirî 9 rojan li bendemana wergirtina destûra têketinê, karîbûn termên malbateke Sûrî ku ji dê, bav, û kur pêk dihat vekişînin. Ev malbat di hundirê otomobîlekê de bû ku li ser rêya Meyfedûnê – Zûter – Wadî Kefer Decal ji çend rojan vir ve hatibû armanckirin, û gihîştina wan di hemû wan rojan de ne pêkan bû.
Wekî din, tîma Xaça Sor a Libnanî karîbû termê kesekî din ku di êrîşeke dronê de li ser zevîyê wî yê li ser rêya Şûkîn – Nebetîya Jorîn hatibû kuştin vekişîne.
Termê kuştîyekî din jî li bajarokê Meyfedûnê hat vekişandin. Berê jî sê kes hatibûn kuştin û şeş kes birîndar bûbûn. Îsraîl binpêkirina peymana agirbestê ji 17ê Nîsana bûrî ve berdewam dike û gund û bajarokên Libnanê armanc dike.
Xaça Sor a Libnanî, Êrişên Îsraîlê, Kuştî