Medrîd-SANA
Şandeke Wezareta Hundir a Sûrîyê beşdarî semînera zanistî ya bi sernavê “Nirxandina metirsîyan û birêvebirina krîzan di sazîyên cezakirinê de” bû. Ev semîner li Medrîda paytexta Îspanyayê, bi hevahengî û hevkarîya Zanîngeha Nayif a Erebî ya Zanistên Ewlehîyê, û bi beşdarîya hejmarek pispor û şarezayan hat lidarxistin.
Wezareta Hundir îro Yekşemê di kanala xwe ya Telegramê de dîyar kir ku Rêveberê Giştî yê Girtîgeh û Çaksazîyan Emîd Zîyad Ebû Ras serokatîya şandê dikir, û hejmarek efserên wezaretê yên di heman rêveberîyê de kar dikin tê de cih girtin.
Li gorî wezaretê, semînerê li ser çend mijarên girêdayî mîkanîzmayên nirxandina metirsîyan di hundirê sazîyên cezakirinê de sekinî, her wiha baştirîn ezmûn û ceribandinên nûjen di birêvebirina girtîgeh û çaksazîyan de û rêyên bilindkirina şîyana kadroyên wan hatin nirxandin.



