New York-SANA
Nûnerê Daîmî yê Tirkiîyê li Neteweyên Yekbûyî Ahmet Yildiz, êrîşên Îsraîlê yên li ser axa Sûrîyê şermezar kirin.
Ajansa Anadoluyê ji zimanê Yildiz duh Sêşemê ku wek serokê koma balyozên Rêxistina Hevkarîya Îslamî li New Yorkê diaxivî – veguhast û got: “Kom bi tundî êrîşên ku Îsraîl li ser axa Sûrîyê pêk tîne şermezar dike; ev êrîş binpêkirina yasaya navneteweyî, Peymana NY û Peymana Veqetandina Hêzan in.”
Nûner bang li Encumena Ewlehîyê kir ku bikeve tevgerê ji bo veguherandina agirbesta li Xezayê ber bi çareserîyeke dadmend, mayînde û berfireh, û her wiha ji bo bidawîkirina dagirkerîya Îsraîlê.