Waşington-SANA
Nûnerê Taybet ê Serokatîya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bo Sûrîye û Iraqê Thomas Barrack, îro Înê pîrozbahî li Sûrîyê kir ji ber vegerandina maf û taybetmendîyên wê di Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) de.
Barrack li ser hesabê xwe yê fermî yê platforma “X”ê destnîşan kir ku ev rawestgeha girîng nîşana pêşketina berbiçav e ku hikûmeta Sûrîyê bi dest xistiye û pabendîya wê bi serederîya berpirsyarane bi civaka navneteweyî re nîşan dide.
Encumena Rêvebir a Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî duh biryarek pejirand ku maf û taybetmendîyên Sûrîyê li gorî Peymana Qedexekirina Çekên Kîmyewî vedigerîne. Ev pêngav wekî hêmaya bawerîya civaka navneteweyî bi guhertina ku li Sûrîyê pêk hatiye û bi hewldanên sazîyên wê di bicihanîna pabendîyan de hat dîtin.
Di 21ê Nîsana 2021ê de, dewletên endam di rêxistina OPCWê de biryar dabûn ku hin mafên endamtîya Sûrîyê ragirin. Tora Sûrî ya Mafên Mirovan belge kiribû ku hêzên rejîma revîyayî ji sala 2011an ve 217 êrîşên bi çekên kîmyewî encam dabûn, ku di encamê de bi hezaran kes hatibûn kuştin û birîndarkirin.
Piştî komkujîya Xûteya Şamê, rejîma berê di Îlona 2013an de tevlî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî bûbû. Di heman mehê de, Encumena Ewlekarîyê ya NY biryara hejmar 2118 pejirandibû û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî û Neteweyên Yekbûyî şandeyeke (misyoneke) hevbeş a pişkinînê ji bo çekên kîmyewî li Sûrîyê ava kiribûn. OPCWê di 19ê Tebaxa 2014an de bi dawîbûna erkê misyonê ragihandibû, piştî ji holê rakirina embarên çekên kîmyewî yên rejîma berê.