Şam-SANA
Wezîrê Veguhastinê yê Sûrîyê Ye’rub Bedir, ligel şandeya Wezareta Enerjî û Jêrxaneyê ya Îmaratê bi serokatîya Mihemed El-Mensûrî li Şamê, xurtkirina hevkarîyê di warên veguhastina bejayî, jêrxane, xizmetguzarîyên lojîstîk û veguherîna dîjîtal de bi awayê ku piştgirîya jinûavakirinê bikin, gotûbêj kir.
Bedir behsa rewşa veguhastina bi rêyên Hesinî û pirsgirêkên piștgirîya darayî ji bo amadekirina tora wê, lêçûnên nûkirina tora rêyên sereke, pirên ku zirar dîtine û nûjenkirina karwanên kemyonan kir. Her weha amaje bi danûstandinên ligel Banka Navdewletî, plansazîya Wezaretê ya (2026-2028) ya ji bo amadekirina sîyaseteke veguhestinê ya domdar û guhertina wesayîtên kevn bi hevkarîya sektora taybet kir.
Ji alîyê xwe ve, şandeya Îmaratê da xuyakirin ku ew ê guhdanê bi vekolîna derfetên beşdarbûna di projeyên nûkirinê de bikin, û tekezî li ser giringîya avakirina tîmên xebatê yên hevpar ji bo gotûbêjkirina mekanîzmayên fînansekirin û hevparîyê kir.


