Şam-SANA
Cîgirê Serokê Dezgeha Navendî ya Çavdêrîya Darayî Wesîm El-Mensûr ligel şandeyekê ji Dadgeha Hesaban a Holendayê, xurtkirina hevkarîya dezgehî û pêşxistina karê çavdêrîyê di warên darayî de gotûbêj kirin.
Dezgeha Navendî di postekê de li ser kanala xwe ya Telegramê îro Çarşemê dîyar kir ku danûstandin bi rêya teknîka vîdyoyê hatin kirin û giranîyê dane ser pêşgavîyên stratejîk ên karê çavdêrîyê, bi mebesta bilindkirina asta kar û xurtkirina amûrên çavdêrîyê li nik her du alîyan.

Her du alîyan warên hevkarîya hevbeş bi rêya birêvebirina komxebat û hevdîtinên pisporî gengeşe kirin, wek amadekarîyekê ji bo amadekirina reşnivîsa memorandumeke hevtêgihiştinê ku çarçove û mekanîzmayên hevkarîya paşerojê dîyar dike, da ku were îmzekirin bi rengekî ku piştgirîya pêşxistina karê çavdêrîyê bike û çalakîya wê ya sazûmanî xurtir bike.
