Şam-SANA
Rêveberê Rêveberîya Hevkarîya Navdewletî li Wezareta Navxwe Eqîd Ebdilrehîm Cebare, ligel şandeyeke Almanî bi serokatîya Torsten Knavla, efserê pêwendîyê yê ser bi Nivîsgeha Federal a Polîsê Dadwerî li Almanyayê, civîya.
Îro Yekşemê Wezareta Navxwe da zanîn ku her du alîyan rêyên xurtkirina qadên hevkarî û hevahengîya ewlehîyê derbarê hejmarek mijarên xwedî berjewendîya hevbeş gotûbêj kirin, bi rengekî ku di bilindkirina asta têkilîyên pîşeyî de bibe alîkar.
