Şam-SANA
Wezîrê Aborî û Pîşesazîyê Nîdal El-Şe’ar ligel Balyozê Libnanê li Sûrîyê Henry Qestûn, rêyên xurtkirina hevkarîya aborî û veberhênanê di navbera Sûrîye û Libnanê de û pêşxistina têkilîyên dualî di warên cihêreng ên xwedî berjewendîya hevbeş de gengeşe kirin.
Di hevdîtina ku îro Çarşemê li avahîya wezaretê li Şamê pêk hat, giranî li ser çalakkirina peywendîya di navbera rêveberên kompanyan û karsazên her du welatan hat dayîn, û vekirina asoyên nû ji bo hevbeşîyên veberhênanê. Ev yek bi mebesta piştgirîkirina tevgera pevguhertina aborî û xurtkirina hevgirtina di navbera bazara Sûrîyê û ya Libnanê de hat kirin.



