Istenbol – SANA
Şandeke parlamentoyê ya Sûrîyê bi şandeke Encumena Nûneran a Urdunê re, xurtkirina hevkarîya parlamentoyê ya di navbera her du welatan de, di çarçoveya karên xula 152an de ya Komeleya Giştî ya Yekîtîya Parlamentoyê ya Navdewletî li Istenbolê li Turkîyê gotubêj kir.
Kanala Encumena Gel ragihand ku hevdîtineke Sûrî-Urdunî pevguhertina serpêhatîyên sazûmanîyê, hevahengîya ewlehî û aborî û kontrolkirina sînoran nîqaş kir. Her wiha şanda Sûrîyê bi serokatîya Mihemed Se′dî Sukerîyê, piştgirîya Urdunê ji bo serwerîya Sûrîyê û aramîya wê wekî bingeheke ewlehîya herêmê bilind nirxand.
Roja Çarşema borî li Istenbolê karên xula 152an a Komeleya Giştî ya Yekîtîya Parlamentoyê ya Navdewletî, bi dirûşma “Çandina Hêvîyê û Pêkanîna Aştîyê”, bi beşdarîya Sûrîyê piştî qutbûneke çend salan dest pê kir.

