Waşington-SANA
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pêşwazî li ragihandina Sûrîye û Iraqê ya ji bo nûjenkirin û avakirina hêla veguhestina petrola xam a Kerkûk-Banyasê kir û tekezî li ser giringîya wê ya di xurtkirina aramî û geşbûna herêmê de kir.
Wezareta Derve ya Amerîkayê duh Înê di daxuyanîyekê de ragihand: “Projeya nûjenkirin û avakirina hêla borîyan di navbera her du welatan de, di warê jêrxaneyê de pêşgavîyek e û xwedî girîngîyeke stratejîk a dualî û herêmî ye”.
Wezaretê her wisa dîyar kir ku ev yek nîşana pejirandina her du welatan e ji bo armanca stratejîk a vegerandina korîdoreke zindî ya enerjîyê ku hilberîna petrola Iraqê bi bazarên hinardekirinê yên li Deryaya Navîn û derveyî wê ve girê dide.
Wezareta Derve ya Amerîkayê eşkere kir ku ev ragihandin qonaxeke dîyarker e ji bo herêmê xasma ji bo têkilîyên Sûrî-Iraqî.
Li dawîyê jî, Wezareta Derve ya Amerîkayê piştrast kir ku pabendbûna her du welatan bi karê hevpişk ji bo nûjenkirin û xebitandina hêla borîyan, danîna çarçoveyeke yasayî û hevkarîya avaker bi Hevpeymanîyê re, ewlehî û aramîyê bi rêya geşepêdanê xurt dike.