New York-SANA
Nûnerê Daîmî yê Sûrîyê li Neteweyên Yekbûyî Îbrahîm Ulebî tekez kir ku dadwerîya veguhêz û dayîna mafên qurbanîyên sûcên ku di heqê Sûrîyan de hatine kirin, bingeha avakirina Sûrîya nû pêk tînin.
Şandeya Sûrîyê li NY dîyar kir ku Ulebî di gotara xwe de ku duh Çarşemê, li ber civîneke Komeleya Giştî ya NY li New Yorkê pêşkêş kir, tekezî li ser pabendbûna dewleta Sûrîyê û sazîyên wê yên peywendîdar bi rêyeke birêkûpêk ji bo eşkerekirina rastîyê û hesabpirsîna ji berpirsan kir.
Her wiha amaje bi girîngîya hevkarîya bi civaka navneteweyî û mekanîzmayên navneteweyî re kir ji bo piştevanîya vê rêyê, bi awayekî ku were garantîkirin ku kes ji cezayan rizgar nebe.
Ulebî di gotara xwe de binpêkirinên berdewam ên Îsraîlê li dijî serwerîya Sûrîyê û mafên jin û mêrên Sûrî şermezar kir û dîyar kir ku rawestandina van binpêkirinan û piştgirîkirina rêya dadwerîya veguhêz, berpirsîyarîyeke hevbeş a herêmî û navneteweyî ye.