Lahey-SANA
Desthilatên dadwerî li Holendayê îro Duşemê dest bi darizandina kesê Sûrî yê bi navê “Refîq El-Qetrîb” kirin. El-Qetrîb endamekî mîlîşeya “Beravanîya Niştimanî” ya ser bi rejîma hilweşîyayî ye. Darizandin li ber Dadgeha Laheyê (Den Haag) bi tohmeta pêkanîna tawanên şer û tawanên li dijî mirovahîyê li dijî sivîlên Sûrî tê birêvebirin.
Li gorî daxuyanîya dadgehê, tometbarê 58 salî ku ji bajarê Selemîyê ye, di Kanûna Yekem a 2023an de hatibû girtin. Sedema girtina wî, tohmetên têkildarî pêkanîna binpêkirinên giran di salên borî de li Sûrîyê ne.
Ev darizandin di çarçoveya misogerkirina şopandin û lêpirsîna berpirsên rejîma hilweşîyayî de pêk tê, yên ku di pêkanîna tawan û binpêkirinan de li dijî gelê Sûrîyê beşdar bûne.

