Şam – SANA
Îro Şemîyê, yekemîn firokeya Hecîyên Sûrî ku 340 hecî hilgirtibûn, ji Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê ber bi bajarê Cedde yê Erebistana Siûdî ve bi rê ket.
Hejmara hecîyên ku di Balafirgeha Şamê re derbas dibin nêzîkî 12.900 hecîyan e, û di Balafirgeha Helebê re jî nêzîkî 9.000 hecîyan e; geştên Balafirgeha Helebê wê sibe Yekşemê dest pê bikin, ligel hebûna xalên din ên birêketinê ji welatên cuda.
Rêveberê Îdareya Hec û Umreyê li Wezareta Ewqafê ya Sûrîyê, Mihemed Nûr E’rec, berê ragihandibû ku hemû amadekarîyên pêwîst ji bo geştên Hecîyên Sûrî yên îsal di balafirgehên Şam, Heleb, Istenbol, Qahîre û Entabê re hatine temamkirin.








