Munich-SANA
Li kêleka çalakîyên Konferansa Ewlekarîyê ya Munichê, Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civîya.
Jêdereke fermî ji Wezareta Derve û Koçberan ji SANAyê re ragihand ku Barzanî tekezî li ser piştevanîya yekîtî û aramîya Sûrîyê û dewleta Sûrîyê kir, û da zanîn ku aramîya Sûrîyê bingeheke serekî ye ji bo aramîya Iraqê û Herêma Kurdistanê.
Jêderê her wiha got ku Serok Barzanî gelek pêngavên ku ji alîyê Serok Ehmed El-Şeri’ ve hatine avêtin bilind nirxandin, û kêfxweşîya xwe ya mezin li ser Mersûma Serokatîyê ya dawî nîşan da, ku ji alîyê hemû pêkhateyên gelê Sûrîyê ve bi germî hat pêşwazîkirin.
Li gorî heman jêderê, di hevdîtinê de behsa rewşa aborî ya Sûrîyê û dosyaya jinûveavakirinê hat kirin, ligel piştevanîya Herêma Kurdistanê ji bo aramîya Sûrîyê û yekparçeyîya xaka wê, û tekezî hat kirin ku sîyaseta li Sûrîyê ji navendîtîya wê ya li Şamê dest pê dike.

