Şam-SANA
Îro Çarşemê, geşteke Kompanya LEAV Aviationê ji bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê gihîşt Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê.
Ev yekemîn geşta esmanî ya rêkxistî ye di navbera Sûrîye û Almanyayê de piştî nêzîkî 14 salan, ku wekî destpêkirina geştên kompanyê di navbera her du welatan de tê hesibandin.

Karbidestê Karûbarên Balyozxaneya Almanyayê li Şamê Marcus Hicken, îro Çarşemê di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê ragihand: “Em îro encamên yekem ên rasterast ên peymana ku hikûmetên Sûrîye û Almanyayê di warê balafirvanîya sivîl de îmze kirine dibînin û dê encamên din li pey werin, ji wan lidarxistina geştên esmanî ber bi Helebê ve. Ev tenê beşek ji hevkarîya xurt a di navbera her du welatên me de ye”.
Hicken amaje bi wê yekê kir ku Almanyayê di serdema dirindane ya rejîma Esedê revîyayî de pêşwazî li zêdetirî milyonek penaberên Sûrî kiriye.
Navborî li dawîyê jî piştrast kir ku Almanya îro rijd e ku piştgirîyê bide başbûna Sûrîyê, û destpêkirina geştên esmanî mîna nîşaneke girîng û pêngava yekemîn li ser rêça vê başbûnê bi nav kir.


