Enqere-SANA
Serokê Encumena Xwendina Bilind a Tirkîyê, Erol Özvar, bi armanca xurtkirina hevkarîya perwerde û lêkolînê, di navbera her du welatan de, projeyek ji bo avakirina “Zanîngeha El-Sedaqa (Dostanîya) Tirkîye û Sûrîye” li Şamê ragihand.
Li gorî Ajansa Anadolê, Özvar dîyar kir ku peymana damezirandina zanîngehê, dê di demeke nêzîk de li Şamê were îmzekirin, ligel plana vekirina şaxekî li Helebê, bi piştgirîya Zanîngeha Deryaya Reş ya Teknîkî. Her weha destnîşan kir ku ev proje beşek ji pêşxistina têkilîyên akademî, û danûstandina pisporî, di navbera Sûrîye û Tirkîyê de ye.
Her du alîyan, Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî Merwan El-Helebî û Serokê Encumena Xwendina Bilind a Tirkîyeyê Erol Özvar, di Gulana borî de, peymana hevkarîya zanistî û lêkolînê îmze kiribû, ku rê li ber damezirandina zanîngeha hevbeş vekir.