Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Ulebî: Tiştê li Bakurrojhilatê Sûrîyê Pêk Hat Yekîtîya Sûrîyê Xurt Dike
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Sûriyê û Cîhan > Ulebî: Tiştê li Bakurrojhilatê Sûrîyê Pêk Hat Yekîtîya Sûrîyê Xurt Dike

Ulebî: Tiştê li Bakurrojhilatê Sûrîyê Pêk Hat Yekîtîya Sûrîyê Xurt Dike

Hat weşandin: 2026/02/14 11:32 AM
Hat nûkirin: 2026/02/14 11:32 AM

New York-SANA

Nûnerê Daîmî yê Sûrîyê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Balyoz Îbrahîm Ulebî tekez kir ku tiştê vê dawîyê li bakurrojhilatê Sûrîyê pêk hat yekîtîya Sûrîyê diparêze û piştrast dike ku di Komara Sûrîyê ya nû de ti kes ne serkeftî û ne jî binkeftî ye lê ev serkeftinek e ji bo hemû Sûrîyan.

Ulebî di daxuyanîyekê di rûniştina Encûmena Ewlekarîyê ya Navdewletî de derbarê Sûrîyê roja înê got: “Ez kêfxweş im ku spasîya we hemûyan bikim, we di daxuyanîyên xwe de careke din nîşan da ku Encûmen di piştgirîkirina xwe ji bo Sûriyê de li ser rêya avakirina welat û ber bi paşerojê ve yekgirtî ye.”

Ulebî got: “Bakurrojhilatê Sûrîyê êdî wekî berê ne arîşeyeke aloz e, lê bûye destkefteke niştimanî ku rêya ber bi aramîyê ve sergihayî dike, piştî ku lihevkirina giştgir a agirbest û tevlîbûna tam bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD)ê re ket warê cîbicîkirinê.”

Ulebî di berdewamîya axaftina xwe de wiha got: “Yekkirina sazîyên leşkerî û sivîl ên Rêveberîya Xweser di nav sazîyên dewletê de dest pê kir. Nêzîk dê hilbijartinên Encûmena Gel li Dêrezor, Reqa û Hesekê jî pêk werin.” Ulebî amaje bi wê yekê kir ku cara yekem e ji dema serxwebûna Sûrîyê ve hilbijartinên Encûmena Gel li wan herêman bi her du zimanên Kurdî û Erebî tên ragihandin.

Ulebî tekez kir ku tiştê li bakurrojhilatê Sûrîyê pêk hat yekîtîya welat diparêze, û piştrast dike ku di Komara Sûrîyê ya nû de ne serkeftî û ne binkeftî hene, lê serkeftinek e ji bo hemû mêr û jinên Sûrî û bi destên wan hemûyan e.

Navborî dîyar kir ku Sûrîyê dest bi vegerandina şewqa xwe ya çandî, ramanî û aborî kiriye, ku berî çend rojan gera awarte ya Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Şamê bi beşdarîya zêdetirî 35 welatan hat vekirin. Her wiha beşeke taybet ji bo zimanê Kurdî hat veqetandin piştî ku axaftina bi vî zimanî bi dehan salan wek sûcekî dihat dîtin.

Nûnerê Daîmî yê Sûrîyê li NY Îbrahîm Ulebî daxuyanîya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Tiştê ku min îro pêşkêşî we kir ne gotareke sîyasî ye, lê rêyeke niştimanî ye ku bi aramî û bi bawerîya mêr û jinên Sûrî ber bi pêş ve diçe. Va ye Sûrîye bi gel, sazî, yekîtî, pirrengî û azadîya raderbirîna xwe re baş dibe.”

Li Kêleka Konferansa Ewlekarîyê ya Munichê El-Şeybanî bi Hevtayê Xwe yê Kuweytî re Civîya
Ulebî Tekez Dike ku Sûrîye ji Çembera Qurbanîyê Derket
El-Şeybanî di Civîna Xwe ya bi Lavrov re: Em bi Vîneke Niştimanî Avakirina Sûrîyê Berdewam Dikin
Wezîrê Navxwe bi Şandeke Balyozxaneya Endonezyayê re Civîya
Sûrîye Gotûbêja Jinûveçalakkirina Endamtîya Xwe di Rêxistina Navneteweyî ya Ewlekarîya Civakî (ISSA) de Dike 
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Îbrahîm UlebîNeteweyên YekbûyîNûnerê Daîmî yê Sûrîyê li NY
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

El-Şeri` li Lûtkeya Medyaya Erebî ligel Sernivîskarên Dezgehên Ragihandinê Dicive

September 15, 2026

‏Keştîyek li Tengava Hurmuzê Tûşî Êrîşekê bi Avêjtokeke Nenas Bûye

September 15, 2026

Wezareta Navxwe û Balyozxaneya Sûdanê li Şamê Dicivin

September 15, 2026

​Şêx Mihemed bin Raşid: Em bi Vegera Sûrîyê bo Pêgeha wê ya ku Hêjayî wê ye Geşbîn in

September 15, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?