Şam-SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî îro Pêncşemê, bi hevtayê xwe yê Fransî Jean-Noel Barrot re li Koşka Tişrînî li Şamê civîya.
Di civînê de mijarên xwedî berjewendîyên hevbeş, geşedanên herêmî û xurtkirina hevkarîya dualî di navbera her du welatan de hatin gotûbêjkirin. Her wiha tekezî li ser yekparçebûna axa Sûrîyê, serwerî û ewlehîya wê hat kirin.



