London-SANA
Brîtanya îro înê pêşwazî li lihevkirina navbera Hikûmeta Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD)ê kir, û ew wekî pêngaveke girîng di rêya yekîtî û aramîya Sûrîyê de bi nav kir.
Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn Hamish Falconer li ser platforma (X)ê got: “Brîtanya pêşwazîyê li vê tifaqê dike û tekez dike ku ew dê xebata xwe bi hevkaran re ji bo piştgirîkirina Sûrîyê berdewam bike, nemaze peydakirina alîkarîyên ku jîyanê diparêzin.”