Rîyad-SANA
Erebistana Siûdî îro înê pêşwazî li lihevkirina agirbestê ya navbera Hikûmeta Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) kir, ku di çarçoveya peymaneke giştî de ye û yekkirina sazîyên Rêveberîya Xweser di nav sazîyên dewleta Sûrîyê de li xwe digire.
Wezareta Derve ya Siûdîyê di daxuyanîyekê de got: “Siûdîye hêvî dike ku ev lihevkirina giştî bibe alîkar di piştgirîkirina karwana Sûrîyê ya ber bi aştî, ewlehî û aramîyê ve, bi awayekî ku daxwazên gelê Sûrî yê bira pêk bîne û yekîtîya wê ya niştimanî xurt bike.”
Her wiha wezaretê piştgirîya xwe ya tam ji bo hemî hewldanên Hikûmeta Sûrîyê yên ji bo parastina serwerî, yekîtî û parastina axa xwe dûpat kir.
Wezareta Derve bal kişand ser wê yekê ku Erebistana Siûdî bersivdana Hikûmeta Sûrîyê û HSD li hember hewldanên Siûdîyê û her wiha hewldanên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di çespandina aramîyê û gihîştina vê lihevkirinê de bilind dinirxîne.