Heleb – SANA
Sê leşkerên Artêşa Erebî ya Sûrî birîndar bûn, di encama armanckirina xaleke kontrolê ya Polîsên Leşkerî ji alîyê “HSD”ê ve bi dronan, li derdora bajarokê Dêr Hafirê yê li gundewarê rojhilatê Helebê.
Rêveberîya Ragihandin û Peywendîyan a Wezareta Berevanîyê di daxuyanîyekê de ji SANAyê re got: “Di çarçoveya zêdekirina êrîşên xwe yên berdewam de yên li ser xalên artêşê li navçeyên cuda cuda, HSDê bi dronan xaleke kontrolê ya Polîsên Leşkerî li nêzî xalên bicihbûna artêşê li derdora bajarokê Dêr Hafirê yê li rojhilatê Helebê kir armanc; di encama armanckirinê de 3 leşker birîndar bûn û zîyan gihişt du wesayîtan.”
Rêveberîya Ragihandin û Peywendîyan tekez kir ku “Artêşa Erebî ya Sûrî dê bi awayekî guncaw bersiva vê destdirêjîyê bide.”
Hêzên Artêşa Erebî ya Sûrî di bîst û şeşê meha borî de dronên ku HSDê ber bi çeperên artêşê ve li Bendava Tişrînê li gundewarê rojhilatê Helebê avêtibûn, anîn xwarê; ku ev yek binpêkirineke nû ya lihevkirina 10ê Adarê bû.