Şam-SANA
Nûnera Taybet a Brîtanyayê ji bo Sûrîyê, Ann Snow, pêşwazîya agirbesta demkî ya li derdora taxên Eşrefîye û Şêx Meqsûdê li Helebê kir, û piştgirîya xwe ji bo dirêjkirina vê agirbestê nîşan da, da ku êş û azara sivîlan kêm bibe.
Snow di nivîsekê de li ser platforma “X”ê îro got: “Brîtanya berdewam e di tekezkirina li ser girîngîya parastina sivîlan û dîyalogê ji bo pêkanîna peymana 10ê Adarê.”
Hêjayî gotinê ye ku Dewleta Sûrîyê di dehê Adara borî de bi “Hêzên Sûrîya Demokratîk” (HSD) re gihîştibû peymanekê; ev peyman tevlîbûna wan di nav sazîyên Komara Erebî ya Sûrî de dabîn dike û tekezîyê li ser yekparçeyîya xaka Sûrîyê û redkirina dabeşkirinê dike.
Wezareta Berevanîyê duh ragihandibû ku agirbest li derdora taxên Şêx Meqsûd, Eşrefîye û Benî Zeyd li bajarê Helebê hatiye destpêkirin, bi mebesta bidawîkirina rewşa leşkerî li wê derê wek amadekarî ji bo vegera serwerîya qanûnê û sazîyên fermî.