Doha-SANA
Dewleta Qeterê di daxuyanîyekê de li ser malpera fermî ya Wezareta Derve ya Qeterê, teqîna terorîstî ya ku mizgefteke li bajarê Himsê kiribû armanc şermezar kir, û piştgirîya xwe ya tam bi Sûrîyê re di hemû tedbîrên parastina ewlehîyê de piştrast kir.