New York – SANA
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, destnîşankirina Claudio Cordoneyê Îtalyayî wek Cîgirê nû yê Nûnerê xwe yê Taybet ê Sûrîyê ragihand.
Malpera Nûçeyan a Neteweyên Yekbûyî dîyar kir ku Cordone dê di 1ê Kanûna Paşîn a bê de, li şûna Necat Ruşdîya Mexribî, dest bi erkê xwe yê cîgirîya Nûnerê Taybet bike.
Cordone xwedî ezmûneke 40 salî ye di têkilîyên navneteweyî, mafên mirovan û hiqûqa mirovî ya navneteweyî de.
Cordone ji sala 2022an ve posta Cîgirê Nûnerê Taybet ê Karûbarên Sîyasî û Alîkaîiya Hilbijartinê li Şandeya Hevkarîyê ya Neteweyên Yekbûyî li Iraqê (UNAMI) û gelek postên din bi rê ve birine.