Enqere-SANA
Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan tekez kir ku Sûrîya aram û bê destwerdana derve, dê bibe destkefteke mezin ji bo herêmê û got ku Tirkîye dê di piştgirîya gelê Sûrîyê de berdewam be.
Kanala “Tirkîye El-Erebîye”, li gor axaftineke Fîdan a pêşîya Konferansa 16emîn a Balyozan li Enqereyê ragihand ku ʺTirkîyê derbarê Sûrîyê de li alîyê rast ê dîrokê rawestîya, di nava 14 salan de yek ji ezmûnên siyasî û aborî yên herî dijwar derbas kir, di encama helwesta xwe de baceke mezin da, lê dev ji alîyê mirovî berneda û rêya xwe neguhert.
Fîdan her wiha got: “Gelek dewlet ketin nav lihevkirinên taktîkî bi rêxistinin terorîst re, lê me dev ji rêya xwe berneda, û di dawîya dawîn de dîrokê biryara xwe da.”
Navborî bal kişand ser wê yekê ku 8ê Kanûna Pêşî “bû xaleke veguherînê ya dîyarker û rûpeleke nû ya hêvîyê û jidayikbûna qonaxeke cuda vekir.” Û got ku xebata rastîn li Sûrîyê niha dest pê dike.
Fîdan berî sê rojan piştrast kiribû ku welatê wî bi alîyên herêmî û navdewletî re ji bo piştgirîya rêça avakirina Sûrîyeke serbixwe û bê teror kar dike.