Enqere -SANA
Encumena Ewlehîya Neteweyî ya Tirkîyê, piştrast kir ku Enqere dê di piştgirîya gelê Sûrîyê de berdewam be heta ewlehî û aramîya wî pêk were.
Li gorî Ajansa Anadolê, Encumena Neteweyî di daxuyanîyekê de ku îro piştî civîna xwe ya bi serokatîya Serokkomar Recep Tayyip Erdogan re weşandiniye, kêfxweşîya xwe bi pêşketina Sûrîyê û karîna wê ya serkeftinê li dijî astengîyan û gihiştina cihê xwe yê hêja di nav dewletan de û beşdarîya wê di aramîya herêmê de, anî ziman.
Daxuyanîyê her wiha destnîşan kir ku Encumenê xebata piralî ya ji bo jinavbirina terorê û xurtkirina yekîtîya niştimanî tê kirin gengeşe kir, û tekez kir ku di pêşeroja herêmê de cihê teror û tundûtûjîyê tuneye.
Derbarê rewşa Xezeyê de, Encumenê amaje bi wê yekê kir ku Peymana Agirbestê ya rawestandina qirkirina li dijî Filistînîyan pêk hatiye, pir girîng e, û tekezî li ser pêwîstîya ku Îsraîl -ya ku peyman binpê kiriye- were neçarkirin ku yekser êrîşên xwe rawestîne û erkên xwe li gorî peymanê bi cî bîne. Encumenê her wiha got ku Tirkîye amade ye barê ku were ser milê wê hilgire ji bo aştî û aramî li Xezeyê dabîn bibe, her wiha beşdarîyê di avakirina wê de bike.