Rîyad – SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ li cihê bicîbûna xwe ya li Rîyadê bi Rêvebirê Cîbicîkar ê Telekoma Siûdî (STC), Elî El-Wetîd, û Cîgirê Parêzgarê Sindoqa Veberhênana Giştî, Yezîd El-Himeyid re, bi amadebûna Wezîrê Karên Derve û Koçberan, Es’ed Hesen El-Şeybanî û Wezîrê Ragihandinê, Ebdulselam Heykel civîya.
Di civînê de rêyên pêşxistina hevkarîyê di warên peywendîyan, veguherîna dîjîtal û veberhênanê de hatin gengeşekirin, û behsa derfetên berdest ji bo xurtkirina hevkarîyên teknolojîk di navbera her du welatan de bi awayekî ku xizmeta bercewendîyên hevbeş bike hat kirin.

