Teşkent-SANA
Lîstikvanê tîma Sûrîyê ya Kuraşê Omer Şehade, îro Şemîyê xelata zîv di giranîya 73 kgî de di Qehremanîya Cîhanê ya Leşkerî de ya ku niha li Ozbekistanê tê lidarxistin, bi dest xist.
Her wiha lîstikvanê me Mihemed Imran Ecîne jî di heman Qehremanîyê de xelata bronz di giranîya 60 kgî de bi dest xist.
Tê zanîn ku werzişa Kuraşê lîstikeke şerî ya kevneşopî ye ku li Ozbekistanê derketîye, û şaxek ji lîstika Judoyê ye.