Îdlib-SANA
Yaneya Ehlî Heleb li ser mêvanderê xwe yaneya El-Telî’e bi du golan hemberî golekê bi ser ket, di hevdîtina ku îro ew li hev civandin, di çarçoveya hevrikîyên xula pileya yekem a ciwanan a futbolê de.
Rahênerê Ehlî Heleb Muhened El-Bûşî di daxuyanîyekê de ji SANAyê re got: Ev serkeftin ji bo tîmê girîng bû ji ber ku tîm di qonaxa avakirinê de ye, û komek bijare ji lîstikvanên jêhatî vedihewîne.
Ji alîyê xwe ve, lîstikvanê yaneya El-Telî’e Luey Dehnî bal kişand ser şaştîyên bergîrîyê yên tîmê ku bûn sedema xwarina du golan di nîveka yekem a yarîyê de.


