Şam – SANA
Wezîrê Ewqafê, Mihemed Ebû El-Xêr Şukrî û Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî Merwan El-Helebî, îro Şemîyê, mizgefta “El-Beşîr” li Bajarokê Zanîngehê li devera Mezzeyê li Şamê vekir.
Wezîr Şukrî di axaftina xwe de piştrast kir ku vekirina mizgeftê, veguhastina ji qonaxa rizgarkirinê ber bi şîyandarkirin û avakirinê ve bi gewde dike, da ku bibe minareyeke giyanî û civakî û xizmeta xwendekarên zanîngehan bike, her wiha nirxên hezkirin, biratî û xizmeta welêt li bal wan xurt bike.
Minareyeke giyanî, zanistî û civakî
Ji alîyê xwe ve, Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî piştrast kir ku vekirina mizgeftê, minareyeke giyanî, zanistî û civakî pêk tîne û beşdarîyê di çespandina nirxên hevkarîya civakî û dabînkirina pêdivîyên xwendekaran de dike, her wiha zanist û bawerîyê di avakirina mirov de li hev dicivîne.
El-Helebî her wisa bal kişande ser wê yekê ku Sûrîye paşeroja xwe, bi zanista zarokên xwe ava dike û nasnameya xwe bi nirxên xwe diparêze, û hêza xwe ji yekîtîya gelê xwe û vîn û îradeya wî werdigire.





