Waşington-SANA
Tîma Arjantînê piştî ku derengîya xwe li hemberî Îngilterayê bi encama 2-1 veguhest serkeftinê, di yarîya ku duh Çarşemê li yarîgeha bajarê Atlantayê yê Amerîkî di nîvê dawî yê Qehremanîyê de hat lidarxistin, cara duyem li pey hev derbasî Dawîya Kûpa Cîhanê ya 2026an dibe.
Nîvê yekem bê gol derbas bû, lê di nîvê duyem de tîma Îngilterayê bi golê Anthony Gordon di xuleka 55an de pêş ket, tîma Arjantînê jî bi hêz vegerîya û Enzo Fernandez di xuleka 85an de wekhevî bi dest xist, û berî bidawîbûna wextê resen Lautaro Martinez di xuleka 92an de golê serkeftinê tomar kir û tîma xwe derbasî lîstika dawî kir.
Bi vê encamê, tîma Arjantînê wê roja Yekşemê di lîstika dawî ya Qehremanîyê de li yarîgeha New Jerseyê bi Îspanyayê re bilîze.