Şam-SANA
Sibê xula navdewletî ya taybet bi amadekirina mamosteyan ji bo bidestxistina nasnavê “Rahênerê Şetrenca Dibistanê yê Navdewletî”, ya ku Yekîtîya Erebî ya Sûrîyê ya Şetrencê bi hevkarîya Komîteya Fêrkirina Şetrencê di Yekîtîya Navdewletî de û di bin çavdêrîya Yekîtîya Navdewletî ya Şetrencê (FIDE) de saz dike, dest pê dike.
Ev xula ku dibistanên Sema El-Eşrefîye li gundewarê Şamê mêvandarîya wê dike û heta pêncê vê mehê berdewam dike, fêrkirina mamoste, perwerdekar û hezkirîyên lîstikê ji bo bikaranîna şetrencê wekî amûreke fêrkirinê ya nûjen ji bo geşepêdana jêhatîbûn û destkeftîyên akademîk li cem xwendekaran, armang dike.
Di xulê de, Anzil Laubscher mamosteyê serekî di Komîteya Şetrencê ya Fêrkirinê de li Yekîtîya Navdewletî, her weha Elî Ebas serokê Yekîtîya Erebî ya Sûrîyê ya Şetrencê û mamosteyê dibistanê yê pejirandî ji FIDEyê, di çarçoveya şopandina komîteya bilind a rahêneran di Yekîtîya Sûrîyê ya Şetrencê de, semînaran didin.