Gundewarê Şamê-SANA
Di nav keşûhewayeke tijî kelecan de û piştî du rojan ji pêşbirkê, li yaneya hespsiwarîyê ya navendî li Dîmasê li gundewarê Şamê Qehremanîya Perwerdehîyê ya hespsiwarîya di ser bendan re ji bo hemû kategorîyên temenî bi dawî bû.
Destpêk, ligel kategorîyên biçûk bû ku di roja yekem de pêşbirka kategorîya amadekarîyê ji bo bilindahîya 60 cm hat lidarxistin, li pey wê pêşbirka kategorîya zarokan ji bo bilindahîya 80 cm hat, û hemû hespsiwar wekî pêngaveke handanê hatin xelatkirin da ku beşdarî yarîyên bê bibin.
Lê di roja duyem de pêşbirk ji bo çar kategorîyan hatin lidarxistin: ya yekem pileya “Amator” ji bo bilindahîya 95 cm, ya duyem “Small Tour” ji bo 110 cm, ya sêyem “Medium Tour” ji bo 120 cm, û ya çarem “Big Tour” ji bo bilindahîya 135 cm.
Her weha pêşengîya roja duyem ji bo hespsiwar Ekrem Ebû Cêb di kategorîya “Amator” de, hespsiwara jin Muna Xetab di kategorîya “Small Tour” de, hespsiwar Merwan El-Zebîbî di kategorîya “Medium Tour” de, û hespsiwara jin Mîra El-Xolî di kategorîya “Big Tour” de.






