Parîs-SANA
Parîs San Jermen bi serkeftina li ser Flamengo yê Brezîlyayê bi lêdanên cezayê (2-1), piştî ku di yarîya fînalê ya li Dohayê de bi golekê wekhev man, cara yekem di dîroka xwe de bû Qehremanê Kûpaya Parzemînan a Yaneyan.
Ji bo Fransîyan Kvaratskhelia di xuleka 38an de gol tomar kir, lê ji bo Flamengo Giuorginho di xuleka 62an de bi lêdana cezayê encam wekhev kir, bi vî rengî Parîs şeşemîn nasnavê xwe yê vî werzî bi dest xist.