Doha-SANA
Piştî ku bi goleke bê beramber zora Tîma Erebistana Siûdîyê bir, Tîma futbolê ya Urdunê gihîşt fînala Kûpaya Ereban. Ev lîstik duh di qonaxa nîv-fînalê de li ser yarîgeha El-Beytê li Dohaya paytexta Qeterê hat lidarxistin.
Gola Urdunê ji gogeke bilindkirî ji alîyê Mehmûd Merdî ve hat ku gihîşt serê Nizar El-Reşdan. Nizar jî di xuleka 66an de xemsarî nekir û goga Merdî tavilê avêt hundirê tora Sidûdîyan.
Tîma Urdunê dê di fînala çaverêkirî de, li ser gîyayê Yarîgeha Lusailê di 18ê vê mehê de, rûbirûyî hevrikê xwe Tîma Mexribê (Fasê) bibe.