Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ peywendîyeke telefonî ligel Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK)ê birêz Mesûd Barzanî encam da û her du serokan tê de geşedanên herî dawî yên li Sûrîyê gotûbêj kirin.
Serok El-Şeri’ di peywendîya duh Şemîyê de, tekezî li ser rijdîya dewleta Sûrîyê ya ji bo parastina mafên neteweyî, sîyasî û sivîl ên Kurdan kir, û destnîşan kir ku hemû Sûrî li pêşberî qanûnê wekhev in û xwedî mafên wekhev in.
Birêz Barzanî pîrozbahîya xwe ji bo rêkeftina berfireh a di navbera hikûmeta Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD)ê de anî ziman, û tekez kir ku pêwîst e ev rêkeftin bi awayekî ku yekparçeyî û aramîya Sûrîyê misoger bike were cîbicîkirin.
Her du alîyan tekezî li ser giringîya hevkarî û koordînasyona hevbeş kir, ku di cîbicîkirina rêkeftinê û pêkanîna aramîyê de li Sûrîyê û herêmê bibe alîkar.