Doha – SANA
Tîma futbola mêran ya Sûrîyê gihişte çaryeka fînalê ya Kûpaya Erebî ya ku maçên wê niha li Dohaya paytexta Qeterê têne lidarxistin. Ev destkeftî piştî ku îro di maça bi tîma Filistînê re encama wekhev 0-0 bi dest xist, ku maça sêyemîn û dawî bû di Koma Yekem de.
Bi encamdana maça dawî, tîma me hejmara xalên xwe gihand 5an, û pê giha pileya duwemîn di koma xwe de, ku hejmara xalên wê û yê tîma Filistînê wek hev in, lê golên tîma Filistînê ji yên wê bêhtir in, lewra wê pileya yekem bi dest xist, û her du çûn çaryeka fînalê, lê belê tîma Tûnisê bi çar xalan pileya sêyem e, û tîma Qeterê bi yek xalê pileya çarem e.

Tîma me di maça yekem de bi yek li hember sifir bi tîma Tûnisê re bi ser ketibû, û di maça duyem de bi golekê li hember golekê bi ya Qeterê re yeksan bûn, berî ku maça sêyem bi tîma Filistînê re bê gol bi dawî bibe.


