Doha-SANA
Tîma Sûrîyê ya futbolê ya mêran dest bi rêwîtîya xwe di qehremanîya Kûpaya Ereban de ku li Qeterê tê lidarxistin, kir, û di lîstika ku îro li yarîgeha Ehmed Bin Elî li Dohyê hat kirin, bi yek golê li ser hevtayê xwe yê Tûnisî bi ser ket.
Omer Xirêbîn gola tek a lîstikê di xuleka (49)an de tomar kir.
Her weha tîma me dê lîstika xwe ya duyemîn roja Pêncşema bê li hember tîma Qeterê bilîze, û dê lîstikên xwe yên dawî roja Yekşema bê li dijî tîma Filistînê temam bike.
Tîma me bi serkeftina du golan li hember tîma Başûrê Sûdanê ku roja sêşema borî li paytexta Qeterê, Dohayê pêk hat, derbasî qonaxa komê ya Kûpaya Erebî bû.