Beyrût-SANA
Tîma Sûrîyê ya Lîstikên Bihêz, di dawîya roja duyemîn a Qehremanîya Rojavayê Asyayê ya Ciwanan li Beyrûtê, hejmara xwe gihand 7 xelatên curbecur.

Naya Ebas û Sara Dîb di pêşbirkên 800m û 5000m de, du xelatên zêr bi dest xistin, û Reyan Hesen di pêşbirka 100m a lîstika rêgiran de xelata zîv stend. Her wiha Esîr El-Belxî di avêtina rimê de jî xelata zîv bi dest xist, ligel wê jî, Cûlya Emûn û Fereh Mihemed di pêşbirka meşa 5000m de zêr û zîv bi dest xistin, Zeyneb El-Yûsif jî di roja yekem de di pêşbirka 400m a lîstika rêgiran de, zîv bi dest xistibû.