Sêûl-SANA
Şirketa Samsungê ragihand ku şîyanên tenduristîyê yên nû di gustîla xwe ya zîrek “Galaxy Ring”ê de pêş xistine, da ku bibe amûrek ji bo şopandina nîşaneyên girêdayî qutbûna nefesê di xewê de.
Ev pêngav nîşana berfirehbûna bikaranîna amûrên ku tên lixwekirin e di şopandina rewşa tenduristîyê û destnîşankirina zû ya hinek nesaxîyan de.
Malpera teknîkî ya “Android Central”ê pêr dîyar kir ku Samsungê ji bo taybetmendîya şopandina nîşaneyên qutbûna nefesê di xewê di nav “Galaxy Ring”ê de, pesendkirina Rêveberîya Xwarin û Dermanan a Amerîkayê (FDA) wergirtiye.
Hat dîyarkirin jî ku gustîl xwe dispêre sensorên hûr û algorîtmayên zîrekîya destkird ji bo ravekirina daneyên xew û nefesê.
Samsungê dûpat kir ku ev gustîl şûna destnîşankirina bijîşkî nagire, lê tenê amûrek e ji bo alîkarîya destnîşankirina zû ya wan kesên ku dibe ku zêdetir di bin rîska nexweşîya qutbûna nefesê di xewê de bin; destnîşankirina dawî her dem bi pişkinînên bijîşkî yên taybetmend tê kirin.