Waşington û London-SANA
Tîmeke zanistî ya Zanîngehên Cornell a Amerîkî û Edinburghê ya Brîtanî, di derxistina madenan ji meteorîtan de li ser Stasyona Esmanî ya Navdewletî (ISS) bi bikaranîna mîkroban bi ser ket.
Malpera “Space.com” a pispor di karûbarên esmangerîyê de dîyar kir ku ev ezmûn di bin serpereştîya astronotê ajansa “NASA” Michael Scott Hopkins de hat encamdan.
Zanayan destnîşan kir ku hin madenên hatine derxistin, wek Paladyumê (Palladium), xwedî nirxekî bilind in û di pîşesazî û teknolojîyên pêşkeftî de tên bikaranîn. Ev yek giringî û îmkana kanzakirina bîyolojîk (bio-mining) di jîngehên esmanî de di paşerojê de xurttir dike.