Paytextên Cîhanê-SANA
Cîhan şahidîya lezbûneke bêhempa di pêşketina teknolojîyên hişê çêkirî (AI) de dike, xasma wan modelên ku dikarin nivîsên afirîner ên mîna nivîsandina mirovan berhem bînin. Ev yek gengeşeyeke berfireh li ser paşeroja wêjeyê û rola nivîskarê mirov di bin sîbera vê guhertina teknîkî ya bilez de vedike.
Her wiha lêkolîneke zanistî ya ji Zanîngeha Cambridge dîyar kir ku bikaranîna hişê çêkirî di nivîsandina afirîner de dibe ku bibe sedema kêmkirina pirrengîya şêwazî di nivîsên wêjeyî de, û li şûna ezmûna mirovî ya kûr, şêwazên qalibgirtî yên li ser bingeha dubarekirina statîstîkî xurt bike.
Lêkolînê nîşan da ku ev pêşketin di heman demê de dibe sedema pirsgirêkên yasayî yên zêde ku têkildarî mafên milkdarîya hizrî ne; nemaze piştî ku hin alîyên wêjeyî li dijî kompanyên teknolojîyê yên mezin doz vekirine û wan tawanbar dikin ku berhemên parastî di perwerdekirina modelên xwe de bêyî destûr bikar anîne.