Seoul-SANA
Serokê Koreya Başûr Lee Jae-myung, ragihand ku welatê wî dê budceya zîrekîya destkird sêqat dike, bi armanca ku welatê xwe di nav sê welatên pêşeng ên cîhanê de li kêleka Amerîka û Çînê bihêle.
Her weha da xuyakirin ku veberhênanên nû dê bi qasî 10.1 trîlyon won (7 milyar dolarê Amerîkî) bin, 2.6 trîlyon won ji bo berfirehkirina sepanên ZD li seranserê sektoran û 7.5 trîlyon won ji bo pêşxistina karînan û binesazîya teknolojîk têne terxankirin.
Budceya giştî ya pêşnîyarkirî 728 trîlyon won e, ji ber ku Koreya Başûr hewl dide pileya xwe di teknolojîya pêşkeftî de di nav pêşbazîya cîhanî de ya ku her dem diçe zêdetir dibe xurt bike.