Şam – SANA
Banka Navendî ya Sûrîyê duh Yekşemê, piştî qutbûna du salan, Navenda Perwerde û Şîyandarkirina Bankgerîyê ji nû ve da destpêkirin û bernameyên wê pêş xistin; ev gav bi armanca wê yekê hat avêtin ku sektora bankî bi awayekî berdewam bi pisporîyên bankgerîyê bê xurtkirin û asta jêhatîbûna karmendên wê bê bilindkirin.
Banka Navendî li ser kanala xwe ya Telegramê da zanîn ku navend dê li ser pêşxistina şîyanên kadroyên bankî bixebite, nemaze di biwarên: birêvebirina rîskan, çavdêrîya bankî, nehiştina şûştina pereyan û fînansekirina terorê, ewlehîya sîberî, birêvebirîya darayî û teknolojîyên nûjen ên darayî. Li kêleka van jî, dê ji bo bihêzkirina çanda darayî û hişyarîya bankgerîyê kar bike.

Bankê her wiha eşkere kir ku nêrîna wan ew e ku vê navendê bikin navendeke pêşeng a qada perwerdeya bankgerîyê û jêdereke sereke ji bo sektora bankan li Sûrîyê; ev yek jî bi mifawergirtina ji peymana hevkarîyê ya ligel Zanîngeha Frankfurtê pêk tê, tevî karê ji bo girêdana peymanên destebiratîyê ligel navendên navneteweyî û kişandina rahênerên pispor ên navxweyî û cîhanî.




