Şam – SANA
Serokê Rêveber ê Kompanya Sûrî ya Petrolê, Yûsif Qeblawî, piştrastkirina fermî ya kompanya “Chevron”ê ji bo berdewamîya veberhênan û lêgerîna deryayî ragihand, ku bi vê yekê ji qonaxa lihevkirinan derbasî cîbicîkirinê dibe ji bo kişandina kompanyên navdewletî.
Qeblawî cihê yekemîn lêgerîna deryayî di avên kûr ên Sûrîyê de bi hevkarîya ligel “Chevron” û “UCC”yê dîyar kir, ku xebat di Havîna sala 2026an de ji bo xurtkirina hilberîn û teknolojîyan dest pê dike. Wî tekez kir ku gotûbêjên “CERAWeek”ê piştgirîya geşkirina sektora enerjîyê dikin.
Kompanya Sûrî ya Petrolê di Sibata borî de memorandumeke lihevkirinê bi “Chevron” û “Power International”ê re ji bo hevkarîya di lêgerîna deryayî ya petrol û xazê de îmze kiribû, ev jî di çarçoveya meyla dewletê de ji bo nirxandina şîyanên deryayî û vekirina asoyên veberhênanê yên nû tê.